Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: Metirsiya darvekirinê li ser desteserkiriyên Şinoyê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê radigihîne ku metirsiya darvekirinê li ser pênc girtiyên xwepêşandanên bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê heye û dibêje, “Ew ji girtîgeha Urmiyê bo cihekî nediyar hatine veguhestin.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê dibêje, “Ligel ku Komara Îslamî ya Îranê red kiriye ku cezayê darvekirinê li ser desteserkiriyên bajarê Şino yê ser bi parêzgeha Urmiyê hatibe ferzkirin lê ew bo cihekî nediyar hatine veguhestin û metirsî heye ji nişka ve bên darvekirin.”

Berê jî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandibûn ku şeş desteserkiriyên xwepêşandanên bajarê Şinoyê bi “Şerê Dijî Xwedê” hatine tohmetbarkirin û metirsî li ser wan heye bên darvekirin.

Dozgerê Giştî yê Parêzgeha Urmiyê Nasir Etebatî roja Pêncşemê ya hefteya borî red kiribû ku ceza li ser wan desteserkiriyan hatibe ferzkirin û dosyeya her du birayan Ferhad û Ferzad Tehazade di jêr lêkolînê de ye.

Hefteya borî hatibû belavkirin ku metirsiya darvekirinê li ser Ferhad û Ferzad Tehazade heye lê niha Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê dibêje, ji xeynî Ferhad û Ferzad Tehazade, metirsiya darvekirinê li ser Hejar Hemîdî, Şehram Maruf Mela, Hêmin Şahî, Eyub Axalyanî û Reza Îslamdestî jî heye.

Li gor rapora wê rêxistinê, li hemû Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm metirsiya darvekirinê li ser 39 xwepêşanderan heye.

Hikûmeta Îranê heta niha du xwepêşander li Tehran û Meşhedê darvekirine ku her du jî Kurd bûn.