Bandora girtina deriyê Pêşabûr li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê

Qamişlo (Rûdaw) - Girtina deriyê Pêşabûr-Sêmalka bandoreke xerab li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê dike û Mihemed Hisê yê 74 salî, dibêje ji roja ew derî hatiye girtin ve şekir li bazarê kêm peyda dibe.

Mihemed Hisê, Welatî, dibêje, “Dergeha Sêmalkayê girtiye, rexê Reqayê jî girtiye, her tişt di rêya derî re tê, genim, savar û birinc, şekir û çayê ti bêje çi di wir re tê. Ev cenga bi ser me de nebaş e, tu dibîne li van kolanan heta ku em debara jiyana xwe dikin, rihê me tê stendin.”

Mihemed Seyîd, Welatî, dibêje, “Zirar li ser me dibe û her rewş diçe xerabtir dibe. Eger kelûpel ji wir de neyên, ne ji Helebê ne ji Şamê tê, em mane heyirî û em feqîrê xwedê ne û Xweda bi hawara me de were.”

Bireke mezin a kelûpelên pêjiyanê di dergehê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn. Nemaze ku ev çend roj in hikumeta Sûriyê liv û tevgera bazirganî bi navçeyên Rêveberiya Xweser re sînordar kiriye.

Firoşyarekî bajarê Qamişloyê dide zanîn, eger dergeh girtî bimîne, wê nirxê kelûpelan du qat buhatir bibe

Mihemed Meşûq, Firoşyar, dibêje, “Ji %80 dê keresteyên pêjiyanê li bazarê kêm bibin ku yên herî giring zeyt, rûn, birinc, keresteyên herî sereke wê kêm bibin. Şekir çima tine ye, sûda min li gorî pêwist e û dîsa hêviya min ew e dergeh vebe û ji berê bêhtir liv û tevger têde hebe.”

Piştî êrîşa grûpa bi nabê `Ciwanên Şoreşger` li ser xala hêzên Pêşmerge li dergeha Sêmalkayê, dergeh ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hat girtin.

Bîrmendên Kurd derbarê pêşhatên li dergeha Sêmalkayê dibêjin, ew kiryarên şaş bûn û tekeziyê li ser girîngiya wî derî dikin ji bo Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Luqman Yûsif, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyê, dibêje, “Ne di cihê xwe de hat, kiryareke şaş û pir çewt bû. Di paşerojê de dê encamên neyênî li Rojava û Kurdistana Başûr bike, ji ber giringiya wî derî, ew deriyê sereke ye. Me diakrî têkiliyan saz bikin û keresteyên xorakê veguhêzin vê deverê.”