Ajelên Qersê ji ber berfê birçî man

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qersê welatî ji bo ajelên navçeyê ku di demsala zivistanê de rûbirûyî birçîbûnê bûne, li parkan û ber deriyê dikanên xwe êm bicih dikin.

Li beşeke zêde ya parêzgehên Bakurê Kurdistanê, taybet jî li bajarên herêma Serhedê, zivistanê bandora xwe zêde kiriye û berf dibare.

Qers jî yek ji parêzgehên herî sar ên herêma Serhedê ye.  Di zivistanan de rêjeyeke zêde ya berfê li Qersê dibare û ev yek jî bandorê li ser jiyana welatiyan û ajelen dike.

Ajelhez û dikandarên Qersê ji bo teyr, çûk, çivîk û kevokên navçeyê ku bi taybet di demsala zivistanê de peydakirina êm bo wan gelekî zehmet dibe, êm danîn ber deriyên dikanên xwe û parkan.

Welatiyê bi navê Fîkret Boy amaje bi wê yekê dide ku ew her sibe êm dide kevokan û dibêje, “Hewa gelek sar bûye, her der bûye berf.  Ajel nikarin êm bibînin. Divê herkes li gor derfeta xwe êm bide wan.”

Fîkret Boy dibêje, “Di demsala zivistanê de ajel birçîne, genimê min jî heye, ez her roj hinekî tînim û didim wan ji bo ku zikê wan têr bibe. Ji ber ku berf li her derê heye, ew nikarin êm peyda bikin. Divê welatî êm bidin wan. Ên ku derfeta wan heye divê, genim, ceh, nan bidin wan ku ew jî bikarin heta havînê  jiyana xwe biborînin.”