Silêman Oso: Bavê sê Pêşmergeyên Roj hatiye girtin

18-12-2020
RÛDAW
Silêman Oso
Silêman Oso
Nîşan Silêman Oso ENKS Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Serkirdayetiya ENKSê Silêman Oso aşkere kir ku bavê sê Pêşmergeyên Roj hatiye girtin û amaje bi wê jî kir, “Girtina xelkê bo leşkeriya neçar berdewam e.”

Endamê Serkirdayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê(ENKS) Silêman Oso derbarê rewşa danûstandinên aliyên Kurdî û êrişên li dijî ofîsên wan û dawîn pêşhatên din ên li navçeyê ji Rûdawê re axivî.

Silêman Oso amaje bi wê kir di heyamên dawîn de gelek karên ne baş hatine kirin, weke şewitandina ofîsên partiyên ENKSê.

Oso dibêje, tevî ku sozek di dema diyaloga Kurdî-Kurdî de hebû bo ku girtina xelkê bo leşkeriya neçar were rawestandin, lê girtina xelkê bo leşkeriya neçar careke din destpê kiriye.

Herwiha Oso ji Rûdaw re da xuyakirin, ku duh bi şev, bavê sê Pêşmergeyên Roj ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.

Silêman Oso tekez dike ku ez kiryar “xizmeta diyaloga Kurdî nakin û cihê mixabiniyê ne” û bang li aliyên garantor jî kir ku karekî ji bo rawestandina van kiryaran bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst