Grûpa Emşat welatiyekî Kurd li Efrînê revand

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Suleyman Şah welatiyekî Kurd ji bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand, ku roja 14ê vê mehê çekdarên grûpa Sultan Suleyman Şah welatiyê Kurd Ebdo Çîlo ji bajarokê Şiyê revandin.

Li gor Rêxistina navborî, welatiyê navborî xelkê gundê Qermitliqê yê ser bi nahiyeya Şiyê ye û pîşewa wî dukandarî ye.

Heman çavkaniyê daye xuyakirin, ji ber ku wî welatiyê Kurd ê Efrînî red kiriye bi qerz kelûpelan bifiroşê çekdar û erebên hawirde, çekdarên wê grûpa ku bi navê Emşat tê naskirin, ew revandine.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan, çekdarên Emşat ew welatî birine navenda ewlehiyê û ew bi tundî îşkence kirine.