Seroka Kongrêsê: Trump destûr binpê kir, tekane rê lêpirsîn e

18-12-2019
RÛDAW
Nîşan Nancy Pelosi Donald Trump Amerîka Encûmena Nûneran Kongrês
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Nûneran a Amerîkayê lêpirsînê derbarê Donald Trump de encam dide bi tohmetên binpêkirina destûra wî welatî. Seroka Kongresê jî dibêje, “Trump destûr binpê kiriye.”

Encûmena Nûneran a Amerîkayê derbarê serokê wî welatî de lêpirsînekê birêve dibe ji ber peywediyeke telefonî ya li gel serokê Ukraynayê ku li gor belgeyan, Trump di wê peywendiyê de hinek daxwaz ji Zelensky kirine.

Lêbelê Donald Trump jî red dike ku di wê peywendiya telefonî de qet xeletiyek kiribe û dibêje, ‘hevdîtineke gelek serkevtî bû’.

Serokê Amerîkayê berî dengdana li ser dûrxistina wî got, “Min peywendiyeke baş li gel serokê Ukraynayê encam da. Ez ti berpirsyariyekê hilnagirim. Bi rastî şerm e li ser vê lêpirsîn derbarê serokê Amerîkayê de bê kirin.”

Demokrat jî dibêjin, ew a ku Trump kiriye û dike, xelet e û ji ber hindê divê rê neyê dayîn Amerîka li ser vê rê û siyasetê berdewam be.

Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê, Nancy Pelosî jî diyar dike, “Trump metirsiyeke mezin e bo ser asayişa niştimanî ya me û destûra welat binpê kiriye. Demokratan jî ti bijardeyek li ber nîne jibilî lêpirsînê de.”

Endamekî Demokrat li Kongrêsa Amerîkayê, Camî Raskîn, Trump bi êrişkirina berdewam a li  ser demokrasiya wî welatî herwiha ‘firotina destûr, siyaseta derve, asayişa niştimanî û demokrasiyê’ tohmetbar dike û dibêje divê rê pê neyê dayîn.

Hevdem li çendîn bajarên Amerîkayê xwepêşandan jî derbarê vê rewşê de biêrve çûn ku beşek ji wan xwepêşandanan bo piştevaniya Trump û beşek jî bo piştevaniya dûrxistina wî ji serokatiya Amerîkayê bûn.

Ji aliyê din civîna Encûmena Nûneran a Amerîkayê ya derbarê Trump de demjimêr 17.00an dest pê kir û dengdana li ser dûrxistina Donald Trump ji postê serokatiya wî welatî jî dê derdora demjimêr 02.00an dest pê bike.

Piraniya Encûmena Nûneran a Amerîkayê di destê endamên Demokrat de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst