DÊRSIM - Partiya Vatan ji bo rakirina peyker û sembolên Seyîd Riza serlêdan kir

18-12-2019
RÛDAW
Nîşan Seyîd Riza Partiya Vatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê, Partiya Vatan ji bo rakirina sembol û peykerê yek ji rêberê kurdan Seyîd Riza, bi daxwaznameyekê serlêdana parêzgariyê kir.

Partiya Vatan ji parêzgariya Dêrsimê daxwaz dike ji tevahiya cade, kolan, meydan û avahiyên di nav sînorên bajêr de ne nav, peyker û sembolên rêberê kurdan Seyîd Riza bê rakirin.

Partiya Vatan di daxwaznameya de weke hincet Seyîd Riza “xayînê dewletê” nîşan dide.

Di daxwaznameya Partiya Vatanê de wiha hate gotin: “Seyîd Riza ji destpêka Komarê ve serweriya dewletê nas nekiriye û tevî hemû hişyarî û hewlên razîkirinê, wî dest ji helwesta xwe ya berdewamkirina begîtiya feodal berneda û Mistefa Kemal Ataturk bi Tevgera Dêrsimê serhildan wî serkut kir.”

Peykerê Seyîd Riza di 29ê Tîrmeha 2010an de ji aliyê şaredariyê ve hatibû danîn.

Seyîd Riza, kurê wî Reşik Husên, Dêrsimê Husênê Demenanî, Hesen Husênê Qureyşanî, Seyîd Husênê Qureyşanî, Eliyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî di sala 1937an de şeva ku 15ê Mijdarê bi 16ê Mijdarê ve tê girêdan, ji aliyê rêveberiya dewleta Tirkiyê ve li Meydana Genim a li bajarê Xarpêtê hatin darvekirin.

Piştî darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî komkujiya Dêrsimê girantir û berfirehtir bû. Bi taybetî di salên 1937 û 1938an de bi deh hezaran Dêrsimî hatin kuştin û yên sax mayî jî hatin mişextkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di sala 2011an de derbarê bûyerên Dêrsimê de gotibû: “Eger li ser navê dewletê lêborîn were xwestin û literarûrek wiha hebe, ez lêborînê dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst