Hevjîna Talebanî roja kongreya YNKê eşkere kir

18-12-2017
RÛDAW
Nîşan Hêro Îbrahîm Ehmed YNK Kongre
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Hêro Îbrahîm Ehmed "mizgîniya" roja lidarxistina kongreya 4emîn a Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji berpirs, kadro û alîgirên partiya xwe re ragihand û got: “Roja 7ê Adara 2018ê, wate roja salvegera raperîna Silêmaniyê, dê bibe roja kongreya 4emîn.”

 

Endama Polîtbûroya YNKê û hevjîna Celal Talebanî Hêro Îbrahîm Ehmed ji medyaya partiya xwe re ragihand: “Lidarxistina kongreyê him pêwîstiyeke ji nûvekirina partiyê û rêkxistina heykelê YNKê ye, him jî daxwazeke rewa ya heval û kadroyan e. Ev daxwazî jî hêjayê cîbicîkirinê ye. lewma ji bo me baş e, ku di bahara sala pêş de, roja 7ê Adarê, 4emîn kongreya xwe saz bikin.”

 

Ev demeke pirsa kongreyê rojeveke germ a nav YNKê ye lê di civînan de politburo û serkirdetiya YNKê li ser diyarkirina rojekê li hev nekirin.

 

Destnîşankirina vê rojê ji aliyê Hêro Îbrahîm Ehmed di demekê de ye, ku Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî nexweş e û li Almanyayê ye. Herwiha Cîgirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih jî ji partiya xwe cihê bûye.

 

Derbarê heman mijarê de, Endamê Desteya Kargêrî ya Polîtbûroya YNKê Hakim Qadir Hemecen roja 17ê Mijdarê di civînekê de ragihandibû: “Komîsyona ku ji bo amadekariyên kongreyê hatiye diyarkirin, piraniya karên xwe temam kirine.”

 

(N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst