Li Raniyeyê mizgeft kirine dibistan

19-12-2017
RÛDAW
Nîşan Mizgeft Dibistan Raniye Silêmanî
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Ji ber kêmbûna avahiyên dibistanan, li nahiyeya Çarqurne ya ser bi navçeya Raniye ya Silêmaniyê, Rêveberiya Perwerdehiyê ya Raniyeyê beşeke mizgefta nahiyeyê kire dibistan.

 

Bi biryara Rêveberiya Perwerdehiyê ya Raniyeyê îsal 120 xwendekar dê perwerdeya xwe di beşeke mizgeftê de bibîn.

 

Welatiyekî bi navê Pişko Mihemed ku li taxa wê mizgeftê niştecih e ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber kêmbûna avahiya dibistanan û zêdebûna xwendekarên li nav polan, biryar hate dayîn ku îsal dibistanek li nav Mizefta Seyîd Emîn a li taxa me were vekirin.”

 

Rêveberê Ewqafa Raperînê Xerîb Ehmed piştrast kir, ku beşeke mizgeftê ji bo perwerdehiya xwendekaran kirine dibistan û got: “Li ser daxwaza Wezareta Perwerde, me beşeke Mizgefta Seyîd Emîn kir dibistan. Niha xwendekar li qata duyem a mizgeftê û li jêrzemînê dixwînin.”

 

Lê belê li gor gotina Xerîb Ehmed, ew hol û jûrên ku xwendekar têde ders dixwînin, gelek xirab, çimku ew der berê depo bûye û tarî ye.

 

Tevî ku gelek avahiyên hikûmetê ku di nav wan de dibistan jî hene, ji aliyê partiyan ve hatine dagirtin, li nav mizgeftê dibistan hatiye çêkirin.

 

Rûdawê li ser wan dibistanan pêwendî bi Berdevkê Wezareta Perwerde û du berpirsên Perwerdeya Raniyeyê kir, lê bi hinceta tinebûna zanyariyên wan, amade nebûn ku daxuyanî bidin.

 

Endamê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Kastro Meirûf diyar dike, agahdar e ku dibistaneke li Raniyeyê di nav mizgeftekê de ye û dibêje: “Ew cih ne tenê ji bo dibistanê, herwiha ji bo mizgeftê jî ne guncaw e. Cihê xwendekaran bi ti awayî tav nabîne, ev jî bandoreke mezin dike ser derûniya xwendekaran, dibe ku tûşî nexweşiyê jî bibin.”

 

Kastro Meirûf aşkere dike, zanyarî hene ku li wê deverê avahiya dibistanekê hatiye dagirtin, lê xwendekar ji ber tinebûna cih, li nav mizgeftê dixwînin û dibêje: “Diviyabû mamoste û xizmên xwendekaran qebûl nekin ku zarokên wan li cihekî ku têde perwerde nayê dayîn bixwînin. Lê mixabin hin rêveber û mamoste ji bo berjewendiyê her tiştî qebûl dikin.”

 

Herwiha Endamê Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Kastro Meirûf daxwaznameyek li ser wê dibistanê amade kiriye û dixwaze bide Serokatiya Encumena Parêzgeha Silêmaniyê.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst