XAZIR- 2 bira û 3 pismam şehîd ketin

Xebat (Rûdaw)- Li eniya Xazirê ya rojhilatê Mûsilê çekdarên DAIŞê êrişî Pêşmerge kirin. Şerekî giran di navbera wan de derket. 2 pêşmergeyên bira û 3 pismam şehîd ketin.

Şevtira din, çekdarên DAIŞê bi otomobîlên zirhî êriş çeperên Pêşmerge li gundê Til Eswed ê Xazirê kirin û şerekî giran di navbera wan de derket.

Di wî şerî de 2 pêşmergeyên birayê hev bi navê Necmedîn û Star, ku 20 zarok li şûna xwe hiştin, şehîd ketin.

Jibilî wan herdu birayan, 3 pêşmergeyên din, ku pismamê hev bûn û navê wan Hatem, Sefîn û Newzad e, şehîd ketin.

Newzad beriya 2 rojan keçek ji xwe re xwestibû û malbata wî dibêjin, ew bi mirazê xwe şa nebû.