Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Cepheya 6 a Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî diyar kir ku tevgera DAIŞê wekî hêzên biçûk li hêrêmê zêde bûye û pêwîstiya wan bi hevkariya zêdetir a Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) heye.
Rêxisitna Spirit of America \ Ruhê Amerîkayê beşeke din a alîkariya leşkerî da Cepheyên 5 û 6 ên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê.
Piştî radestkirina alîkariyên leşkerî, Sîrwan Barzanî di konferansa rojnamegeriyê de axivî û got:
"Em wekî hêzên Pêşmergeyan û xelkê Herêma Kurdistanê ji dil spasiya alîkariyên Herêma Kurdisanê dikin.
Bi serkirdayetiya Amerîkayê Hevpeymaniya Navneteweyî ji sala 1991ê ve alîkarî û piştgiriyê dide Herêma Kurdistanê.
Wan heta niha di alikariyê de kêmasî nekiriye û wekî Hêza Pêşmerge pêwîstiya me bi hêza zêdetir a Hevpeymaniya Navneteweyî heye.”
Sîrwan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa tevgera DAIŞê jî kir û wiha got:
“Tevgera DAIŞê li herêmê heye, belê rast e ew hêza wan a wekî berê nema ye û wekî berê cih di destê wan de nîne.
Hêzên wan ên biçûk hene û ji bo xelkê sivîl û hêza Pêşmerge yan jî hêzên ewlehiya Îraqê şehîd bikin li derfetekê digerin.”
“Pêwîstiya me alîkariya Koalîsyonê heye”
Sîrwan Barzanî behsa mayîna hêzên Pêşmergeyan jî kir û wiha got:
"Pêwîstiyeke me ya zêde bi alîkariya Koalîsyonê heye.
Em dixwazin bi awayekî yan wekî şerker an jî wekî rawêjkar bi navekî li vir bimînin.”
Fermandarê Pêşmergeyan Hoşmend Heyder jî li ser babeta yekkirina Hêza Pêşmergeyan wiha got:
“Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan berdewam dike. Niha em kar li ser firqeya 5 û 6an dikin.
Ji sala borî ve heta niha 6 firqe hatine yekkirin û bi Wezareta Pêşmergeyan ve hatine girêdan.
Heta dawiya sala 2026an ti hêz li derveyî Wezareta Pêşmergeyan namîne.”
Koalîsyon, wekî piştgiriya pêvajoya yekkirina hêza Pêşmergeyan, her meh nêzîkî 25 milyon dolaran dide Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse