Xarpêt - 2 zarok di bin makîneya kar de man û mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê makîneya kar wergeriya û 2 zarok mirin.

Li gundê Pazmaşênê yê Xarpêtê doh li cihekî çêkirina avahiyan makîneyeke kar wergeriya û zarokên bi navên Murat Ateş (17) ve Yusuf Gozel (16) di bin makîneyê de man.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê zarok bi birîndarî ji bin makîneyê derxistin.

Tîmên tenduristiyê ew birin Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê.

Her du zarok tevî hemû midaxaleyan jî li nexweşxaneyê mirin.

Li gorî zanyariyan, operatorê makîneya kar ne amade bûye û wan her du kesan xwestiye makîneyê paş de vegerînin.

Di dîmenan de xuya dibe ku kesek li cihê şofêr e û kesê din jî xwe bi derî girtiye.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.