Galeriya wêneyan

18-11-2024
18 Photos
Abdulselam Akinci

Pêşangeha 6emîn a Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê ya ku li Amedê hat lidarxistin bi dawî bû.

Pêşangeha 6emîn a Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê bi piştevaniya Şaredarî, Parêzgarî, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê û çend saziyên din ên Amedê hati organîzekirin.

Pêşangeh, li Navenda Kongre û Pêşangehên Navneteweyî ya Amedê hatiye vekirin

Ji 59 bajaran 170 kampanya beşdarî pêşangehê bûn.

Birêvebirê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Mustafa Ertan Atalar di vekirina fuarê de axivî û diyar kir, Ameda ku 7 milyon dekar erda çandiniyê lê heye di warê çandinî û ajeldariyê de xwedî potansiyeleke girîng e.

Her wiha Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya got ku sala borî 347 hezar kesan ew pêşangeh ziyaret kiriye.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê pêşbînî dike îsal ew hejmar 500 hezar kesî derbas bike.

Pêşangeha ku 12ê Çiriya Paşîn dest pê kir 6 rojan berdewam kir.

Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw