4 bira di nava 6 mehan de mirin

18-11-2024
Nîşan 4 Bira Mirin Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê 4 bira di nava 6 mehan de mirin.

2 bira ji ber teqîna tanka gazê mirin, yek di Zapê de xeniqî û yek jî di qezayekê de mir.

Mihemed Receb sala 1998an, Ehmed 1995an, Elî 2000î û Welîd jî sala 2002yan hatibûn dinê lê wan di bihara temenê xwe de xatir ji hev û ji jiyanê xwest.

Mihemed û Ehmed 27ê Gulanê li Hewlêrê ji ber teqîna tanka gazê mirin.

Mihemed li kargeheke gazê dixebitî û Ehmed çûbû ku seriyekî bide bide kekê xwe lê wê demê tankeke gazê teqiya û cenazeyên her du birayan vegeriyan malê.

Elî 28ê Tebaxê diçe Zapê da ku melevaniyê bike lê dema xwe diavêje çem serê wî li kevirekî dikeve û termê wî 29ê Tebaxê tê dîtin.

Zahir Husênê apê wan ji Rûdawê re da zanîn ku 14ê vê mehê otomobîlê li Welîd daye û ew jî doh miriye.

Welîd biçûkê 5 birayan bû û xwendekarê zanîngehê bû û niha tenê kekê wan ê mezin sax maye.

Her wiha 2 xwişkên wan hene.

Ehmed û Mihemed jin anîbû û Ehmed bavê 3 zarokan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir