Mesrûr Barzanî û Ciwan Haco civiyan

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ciwan Haco Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê hunermendê navdar Ciwan Haco qebûl kir.

Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî û Ciwan Haco daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de pesna kar û berhemên hunerî û rola welatperweriyê ya Ciwan Haco da.

Mesrûr Barzanî her wiha amaje bi wê yekê kir ku Ciwan Haco ji bo hunera Kurdî xizmeteke gelek baş kiriye û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Kurdên Êzidî dema ji ber êrişên DAIŞê direvin / Wêne: Arşîv

Îraq tezmînatê dide Şingaliyên bûne mexdûrên DAIŞê

Îraqê nêzîkî 101 milyar dînar wekî temînat da mexdûrên êrişên DAIŞê yên li Mûsilê ku piraniya wan li navçeya Şingalê bûn.