Serok Barzanî û Eyad Elawî rewşa Îraq û Rojhilata Navîn gotûbêj kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Îraqê Eyad Elawî qebûl kir.
Baregeha Mesûd Barzanî diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê bi Eyad Elawî û şandeya pê re civiya.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de hilbijartinên Perlamentoya Herêma Kurdistanê, rûdan û guherînên li Îraq û Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aramî û îstîqrara Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Li aliyê din, Serok Mesûd Barzanî îro bi şandeyeke Hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê jî re civiya.
Di wê civînê de jî rûdan û guherînên li Îraq û Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aramî û îstîqrara Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de parastina seqamgiriya Îraqê û hevahengî û karê hevpar ê di navbera aliyên Îraqî de jî mijarên din ên civînê bûn.