Li Meletiyê qeza: Polîsek mir û yek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de polîsek mir û yek jî birîndar bû.

Li navçeya Wêranşarê li ser rêya Meletî û Semsûrê, doh bi şev dema tîma polîsan li cihê bûyerê kontrolên çûn û hatinê dikirin barhilgireke ku ka bar kiribû li polîsan qelibî.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê di polîsê bi navê Lutfu Beykoz mir û polîsekî din jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê polîsê birîndar bir Nexweşxaneya Zanîngeha Turgut Ozalê ya Meletiyê.