Li Qamişloyê jinek kuştî hat dîtin

18-11-2023
RÛDAW
Rîtac Osê beriya 4 mehan zewicî bû
Rîtac Osê beriya 4 mehan zewicî bû
Nîşan Qamişlo Rîtac Osê Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Îro li Qamişloyê jina bi navê Rîtac Osê, di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Hat zanîn şkence lê wê hatiye kirin û ew bi derbên kêran hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyên li ber destê Rûdawê ew berî 4 mehan zewiciye.

Asayîşa Qamişloyê dest bi lêkolînê kiriye û heta niha ne diyar e ka çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Li ser kuştina wê heta amadekirina vê nûçeyê jî kesek nehatiye girtin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê hevjînê wê ji mal derketiye û çûye xwaringehekê, pişt re ew di mal de bi kêran hatiye kuştin.

Herwiha tê gotin ku li malê zêr hebûn û ew zêr jî hatine dizîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst