Polîsan rê neda meşa Îmraliyê: Gelek kes hatin desteserkirin

18-11-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Meşa Îmraliyê HEDEP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Amed û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê meşa ber bi Îmraliyê ve dest pê kir.

Biryar bû bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) ji bo rakirina tecîrda li ser Rêberê Girtî yê PKKyê dest pê bike.

Herwiha gelek kesên ku ji bo meşê kom bûbûn ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Li Wanê hejmarek berpirs û endamên HEDEPê û welatî ji bo meşa ber bi navçeya Gemlîkê ya Bursayê ve kom bûn.

Bi gotina HEDEPê ew meş bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Bursayê girtî ye.

Berî ku ew meş dest pê bike Wan jî di nav de li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Wanê jî bi hinceta qedexeya çalakiyan a 4 rojî midaxale kirin û rê neda ku ew meş dest pê bike.

Polîsan Parlamenterên HEDEPê yên Wan, Îdir û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê dorpêç kir.

Li gorî zanyariyan di midaxeleya hêzên ewlehiyê de hejmareke zêde ya welatiyan jî hatin desteserkirin ku Hevserokê Wanê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harun Okay û çend berpirs û rêveberên din ên HEDEPê jî di nav de ne.

Li aliyê din Rêxistina Şirnexê ya HEDEPê meş da destpêkirin û berî meşê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parlamenterê HEDEPê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan û got:

“Ev 25 sal in tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan û rêhevalên wî heye. Ji bo vê jî hemleyek hatiye destpêkirin û em jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin.

Çiqas astengî hebin jî em nasekinin û em dê wekî gelê Botanê berê xwe bidin Amedê.”

Herwiha li Amedê jî meş hate destpêkirin.

Ev di demekê de ye ku parêzgariya Bursayê li wî bajarî jî qedeqeya çalakiyan ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst