MÊRDÎN - Koşka 400 salî kir mûzexane: Mehane 25 hezar geştyar li deriyê wê dixin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ya ku wek landika şaristanî, ol, çand û zimanan deng vedaye kesekî koşkek kiriye mûzexane.

Serokê Komeleya Geştyarî û Otelvanên Mêrdînê ji bo danasîna Mêrdîna kevnar di bin banê avahiyekê de hizra vekirina mûzexaneyekê kir.

Piştî hewldanên 4 salan wî li navçeya Artukluyê koşkeke dîrokî ji bo xeyala xwe peyda kir.

Piştre koşk nûjen kir û ev salek e wek mûzexane deriyê wê ji geştiyaran re vekiriye.

Serokê Komeleya Geştyarî û Otelvanên Mêrdînê Ozgur Gurgor got:

“Çar malbat di vê koşkê de diman. Derdora 400 sal berê ji aliyê malbateke Macar ve hatiye avakirin. Me piştre ev der nûjen kir û kir mûzexaneya çand û hunerê ya Mêrdînê.

Dema me serî li wezaretê jî da wan jî got ev avahî guncav e û me wek mûzexaneya çand û hunerê ya Mêrdînê vekir.”

Koşka dîrokî ji 2 qatan pêk tê. Niha li her du qatan 7 ode çalak in û danasîna çand û hunera Mêrdînê dikin.

Li qata yekem atolyeyên têlkarî yan jî xemilandin û neqişandina zîv û sifrê hatine danîn ku du pîşeyên kevnar û karên destî yên parêzgehê ne.

Sê hostayên Kurd, Siryan û Ereb bi hev re li van atolyeyan hunera xwe pêşkêşî geştyaran dikin.

“Zehmet e û sebrê dixwaze”

Hostayê Têlkariyê Metîn Bayrug got:

“Em nîşanî geştyaran didin ku pîşeya têlkariyê çawa tê kirin. Hunereke zehmet e û sebrê dixwaze.”

Hostayê sifrê Cîhat Ozcan jî li ser hunera xwe got:

“Pîşeya sifrê pîşeya bav û kalan e. Ev 55 sal in ez vî karî dikim. Pîşeya sifrê ber bi nemanê ve diçe û ti kes vî karî nake. Em jî hewl didin vê pîşeyê zindî bihêlin.”

Mûzexane derfeteke baş dide geştyaran ku hemû taybetmendiyên çand û hunera Mêrdînê bi hev re li cihekî bibînin.

Geştiyareke bi navê Yagmur Polat anî ziman:

“Cihekî gelekî xweş e. Ew çandên ku ji demên berê mane li vê derê berdewamî bi wan tê dayîn.

Gelekî baş e û ez gelekî kêfxweş bûm. Gelek zanyarî hebûn ku min nedizanîn.”

Mûzexaneya çand û hunerê tevî ku saleke hatiye vekirin pêşwazî li derdora 300 hezar kesî kiriye.

Berpirsên mûzexaneyê dibêjin mehane nêzîkî 25 hezar geştyar li deriyê wan didin.