UNAMI: Hest û duayên me bi qurbaniyên teqîna Silêmaniyê re ne

18-11-2022
RÛDAW
Nîşan UNAMI Teqîna Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûneratiya Netewên Yekbûyî bo Alîkariya Iraqê ku wek UNAMI tê naskirin, hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên teqîna Silêmaniyê ragihand, “Hest û nizayên me bi qurbaniyan re ye.”

Nûneratiya Netewên Yekbûyî bo Alîkariya Iraqê ku wek UNAMI tê naskirin di 17ê Mijdara 2022an de sersaxî ji qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê re ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn, xwest.

UNAMI di daxuyaniyekê xwe de got, “Hest û nizayên me ji bo qurbaniyên teqîna trajîk a ku tê de gelek kesan canê xwe ji dest dan re ne. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.”

Şeva Pêncşemê 17ê Mijdara 2022an, teqînek di malekê de li taxa Kazîwe 2 ya bajarê Silêmaniyê rû da. Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê li ser sedema teqînê diyar kir ku ji sedî 100 ji ber sîstema gazê bûye.

Li gorî Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê, cenazeyê herî dawî jî ji bin kavilên xaniyê ku ji ber teqîna tanka gazê hilweşiyabû hatiye derxistin û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane bûne 15 kes û birîndar jî 12 kes in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst