Li Xarpêt û Sêrtê bûyerên trafîkê: 11 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li her du parêzgeha Xarpêt û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê, di du bûyerên trafîkê de 11 kes birîndar bûn.

Îro 18ê Mijdarê li gundê Xangahê yê Xarpêtê, li ser rêya Xarpêt-Meletiyê mînîbusek ji rê derket û ket nav daristanê.

Di encama bûyerê de tevî şofêr 10 kesên di mînîbusê de bi sivikî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexwexaneyên cuda yên Xarpêtê hatin veguhestin.

Hat ragihandin rewşa birîndaran bi giştî baş e.

Li Sêrtê di bûyera trafîkê de kesek birîndar bû

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê jî dema welatiyekî xwestiye di cadeyê re derbas bibe minîbûsekê lê daye û di encam de kesekî 74 salî bi giranî birîndar bûye.

Birîndarê bûyerê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Sêrtê hatiye veguhestin.

Li gor zanyariyan rewşa tendirûstiyê yê kesê birîndar di metirsiyê de ye.