HAT NÛKIRIN - Silêmanî; cenazeyê herî dawî jî hat derxistin û hejmara qurbaniyan gihîşte 15 kesan

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê ragihand, cenazeyê herî dawî jî ji bin kavilên xaniyê ku ji ber teqîna tanka gazê hilweşiyabû hatiye derxistin û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane bûne 15 kes û birîndar jî 12 kes in.

Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê Diyar Îbrahîm îro Înê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand, “Ji şeva borî heta niha me 15 cenaze derxistine û 12 kesên din ên ku saxî hatine derxistin jî hene.”

Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê li ser sedema teqînê got, “Sedema teqînê ji sedî 100 ji ber sîstema gazê bûye.”

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Rûdawê re ragihandibû ku di berdewamiya lêgerîna tîmên hewarçûnê de 3 termên din ji bin kavilên mala teqiyayî de hatin dîtin û hejmara qurbaniyan gihîşt 14 kesan.

Parêzgarê Silêmaniyê îro beriya saetekê di preskonferansekê de gotibû, birîndarekî bûyerê îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û hejmara qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê bo 11 kesan zêde bûye.

Bi dîtina 3 termên nû, tê çaverêkirin ku tenê termek li bin xirabeyan mabe.

Serok Mesûd Barzanî jî nûnerê xwe şande cihê bûyerê amadehiya ji bo alîkariya ragihand.

Nûnerê Serok Barzanî Zagros Fetah di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Em ji bo sersaxiyê ji endamên malbata Şêx Ebdulrehman Sîrê re yê ku malbateke birêz ê Silêmaniyê ye di karesata ku bi serê wan de hatiye can ji dest dane û birîndar bûne, hatine Silêmaniyê. Em ji wan re şifayê dixwazin.”

Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê pêştir diyar kiribû, hêj 4 kes di bin kavilên mala teqiyayî de mane lê ew nizanin ka sax in an canê xwe ji dest dane.

Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, 6 birîndarên bûyerê li nexweşxaneyê mane ku rewşa 2 ji wan giran e û di bin çavdêriya awarte de ne.