Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hişyarî da welatiyên xwe

18-11-2022
RÛDAW
Nîşan Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hişyariyê dide welatiyên Amerîkayê ku serdana navçeyên sînorî nekin.

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê îro Înê 18ê Mijdara 2022an ragihand ku ew çavdêriya raportên pêbawer dikin ku ew dibêjin artêşa Tirkiyê dibe ku di rojên pêş de dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bike.

Di daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê de Hikûmeta Amerîkayê welatiyên xwe teşwîq dike ku hin tedbîran werbigirin. Ya yekem, neçin herêmên sînorî. Ya duyemîn, eger ew xwe di nav girseyên mezin û xwepêşandanan de bibînin, bi hişyarî tevbigerin. Ya sêyem, pir zêde dernekevin. Çaremîn, ji bo agahdariyên nû li medyaya herêmî binêrin.

Hişyariyên Konsulxaneya Amerîkayê di demekê de tên ku artêşa Tirkiyê ji meha Nîsanê ve li Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Di havîna sala 2022an de, rayedarên Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî herêmên di bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de xwaribûn, Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî behsa Minbic û Tel Rifetê kiribû lê plana Hikûmeta Tirkiyê di demeke nêzîk de ji aliyê piraniya welatên beşdar di Sûriyê de, wek Amerîka, Rûsya û Îranê hat redkirin. Wan dijayetiya xwe ji bo her operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê eşkere kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst