Li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê zibil bûye pirsgirêkeke mezin

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li derdora parêzgeha Hewlêrê, pirsgirêka komkirina zibil di nava kampan de bi yekcarî nehatiye çareserkirin. Ev yek bandorê li ser tendirustiya xelkê dike. Penaber ji Rûdawê re dibêjin ku ew nikarin ti karekî bikin yan jî deriyên malên xwe vekin ji ber bêhna dûman û zibil, her wiha heta çûna ji bo dikanê divê maskan ber devê xwe din. Ji xeynî wê yekê kombûna zibil dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Mehek e zibil û gilêş di nava vê kampê de nehatiye rakirin. Bi dûrahiya 20 metreyan ji vî ziblî, Lemîs û kurê xwe li gel neviya xwe azarên kombûna zibil dikêşin.

Hersê nexweşiya hesasiyetê hene û rastî bihin tengiyê dibin, lewma eve meheke rojane 2 caran seredana bingehên tendrustiyê dikin.

Lemîs Ehmed got, “Em rojane 2 caran diçin bingehê tendirustiyê ji bo ku em amûra henasedanê bikar bînin. Bi rastî gelekî zehmet e, em êdî nikarin derî û pencerê malên xwe vekin.”

Ji 18ê meha borî ve, zibil ji nava kampê nehatiye rakirin. Li gor bingehê tendirustiya Kampa Kewirgoskê, eger rewş bi vî rengî bimîne, wê nexweşiyên melariya, kolêra û haletên jehrawîbûnê di nava kampan de dirust bibin.

Peristarê bingeha tendirustiyê li Kampa Kewirgosk Raman Nezîr Mihemed got, “Ji roja kombûna zibil heta niha bi dehan haletên hesasiyetê seredana bingehê me kirine. Ji bilî nexweşên hesasiyetê, nexweşên rebo jî heman kêşe hene ku rastî bêhntengiyê dibin.”

Hebûna van dîmenan, êdî bûye bingehek ji mêş û ajelan re ku êdî tenê bêhna zibil û gilêş li ser kampê ketiye, kamp wek zibilxaneyekê lê hatiye.

Dilvîn Sebrî got, “Singa me ji ber vê bêhnê hatiye girtin û hebûna zibil di nava kampê de bikêra me nayê. Her wiha ev zibil bûye bingeheke ji kuçikan re, êdî em nikarin herin dibistana xwe.”

Melka Ebdê got, “Hebûna zibil di nava kampê de rewşa me aloz kiriye. Êdî dukandar nikarin dukanên xwe vekin, her wiha dayik û bav jî êdî nikarin zarokên xwe ji malê derxînin.”

Îsmaîl Serhan anî ziman, “Bi rastî ne karekî şaristanî ye. Li şûna dar û gulan biçînin, hatine zibil di nava kampê de kom dikin.”

Ji 1ê meha 7an ve, UNHCR destê xwe ji sektora paqijiyê rakiriye ji wê demê ve jî ew sektor ketiye ser mile hikûmetê.

Ev duyem car e dîmenên bi vî rengî di nava kampên parêzgeha Hewlêrê de têne dîtin ku berî niha parêzgeha Hewlêrê girêbestek li ser 2 mehan li gel kompanyayeke paqijkriina gilêşê îmze kiribû. Niha dema girêbestê temam bûye û bûye sedema kombûna gilêş di nava kampê de.

Niha parêzgariya Hewlêrê, wan dosiya paqijiyê radestî encumenê wezîran kiriye ji bo ku şarewaniyên nahiyeyan paqijkirina kampan li xwe bigrin.

Rêvebera Koç û Koçberan û bersivdana qeyranan li parêzgeha Hewlêrê Sirwe Resûl got, “Bi xweşhalî Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû ku paqijkirina kampan bikeve li ser şarewaniyên her nahyeyekê lê heta niha ev biryar di proseyê de û nehatiye cîbicîkirin û di demekê nêzîk de wê werê cîbicîkirin.”

Li pêşiya ofîsên ajancên cîhanî û karmendên wê ev zibil hatiye komkirin, lê tu guhdan ji aliyê wan ve tune ye, ku pêwîstiya heçar kampên sinûrê parêzgeha Hewlêrê bi nêzîkî 15 milyon dînarên Iraqî heye jib o ku mihane werin paqijkirin.