Parlamentoya Ewropayê êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

18-11-2022
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Êrîşên Îranê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka şanda Parlamentoya Ewropayê li Iraqê êrîşa firokeyên bê firokevan û mûşekî yên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Roja Înê 18ê Mijdara 2022an, Seroka şanda Parlamentoya Ewropayê bo karûbarên Iraqê Sarah Skydital, di daxuyaniyekê de, bi tundî êrîşa Supaya Pasdarên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, tiştê Îranê kir binpêkirina serwerî û yekparçeyî ya Iraqê ye.

Sarah Skydital anî ziman, “Ev kiryara tundûtûjiyê li ser xaka welatekî serwer ne rewa ye” û bang li her kesî kir ku bi xwe de biçin û xwe ji lawazkirina proseya demokrasiyê li Iraqê dûr bixin.

Sarah Skydital ji bo peywendiyên ligel Iraqê piştevaniya Parlamentoya Ewropayê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gel û Hikûmeta Iraqê re dupat kir.

Di 14ê Mijdarê de dîsa Supaya Pasdarên Îranê êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye û Zirgwêzê kirin. Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid a Koyeyê Şêrwan Celal piştî êrîşê ji Rûdawê re got, “8 birîndar û 2 şehîd rakirine nexweşxaneya me.”

Ev ne cara yekê ye ku Îran êrîşî ser xaka Herêma Kurdistanê dike; roja 24ê Îlona 2022an, Supaya Pasdarên Îranê operasyona li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ragihand û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku ji binke û baregehên van partiyan dûr bikevin.

Piştî çar rojan, roja 28ê heman mehê, Supaya Pasdarên Îranê bi mûşek û firokeyên bê firokevan êrîşî Keleha Demokrat û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst