Li Mehabadê welatiyek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

18-11-2022
RÛDAW
Li Mehabadê welatiyek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
Li Mehabadê welatiyek ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Înê piştî nîvro li Mehabadê Mihemed Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve bi guleyê hat kuştin. Mirina wî hêrs û nerazîbûna gel zêde kir. Kurê wî got, “Rejîm li Kurdistanê guleyan bi kar tîne.”

Şeva borî jî li Mehabadê welatiyekî din ê bi navê Azad Hisênpûr ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat kuştin. Ew sibeha Înê hat veşartin û piştî veşartina wî, xelkê bajarê Mehabadê bi hêrs daketin kolanan.

Şeva Pêncşemê jî li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanê de gelek qurbaniyan hatine dayîn. Li Bokanê 4 welatiyên bi navên Xefûr Mewlûdî, Emced Înayetî, Hîwa Canan û Hezar Mam Xusrewî hatin kuştin.

Kurê Xefûr Mewlûdî anî ziman, “Ji niha û pê ve her gava ku hûn mirovahiya xwe hîs bikin, bizanibin ku nanê wêrekiyê û nanê xwefiroşiyê ji hev cuda ne. Muameleya rejîmê li Tehranê bi matûm e lê li Kurdistanê bi guleyan e, çima? Ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê li Tehranê faşîst e û li Kurdistanê jî dagirker e, ez ji we re dibêjim.”

Şeva borî di xwepêşandanên bajarê Bokanê de 2 endamên Supaya Pasdarên Îranê hatin kuştin lê heta niha nasnameya wan nediyar e.

Di heyama 63 rojên derbasbûyî de, piraniya rojan li bajarê Bokanê xwepêşandan hatin lidarxistin, bi taybet di sê rojên derbasbûyî de, xwepêşander ji kolanan derneketine. Tenê di sê rojên borî de 8 kes li wî bajarî bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin.

Roja Pêncşemê, Aram Hebîbî û Şaho Behmanî hatin kuştin, dema ku hêzên Îranê gule li xwepêşanderan li Sine reşandin. Rehman Bextiyarî jî li Seqizê bû hedef û hat kuştin.

Ji şeva Sêşemê ve heta niha herî kêm 18 kes di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin. Li Bokanê 8, li Sineyê 4, li Kamyaranê 2, li Seqizê 2 û li Mehabadê 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Hêzên Îranê ji bo bidawîkirina xwepêşandanan gule berdane xwepêşanderan lê zêdebûna hejmara kuştiyan ew sar nekirin. Bandoreke berevajî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst