Rojava; Hêzên Rûsya û Tirkiyê gereke leşkerî li Dirbêsiyê û Amûdê pêk anîn

18-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Amûdê Dirbêsî Tirkiye Rûsya Gera Leşkerî ya Rûsî-Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundewarên her du bajarên Dirbêsiyê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî ya hevbeş a Rûsî-Tirkî hat kirin.

bi rêya 8 zirxpoşên hevbeş û çavdêriya 2 helîkopterên Rûsî hat kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, duh Pêncşembê 17ê Mijdarê hêzên Rûsya û Tirkiyê li gundewarên Dirbêsiyê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê gereke serbazî ya hevbeş pêk anîn.

Di wê gera hevbeş a serbazî de 8 wesayitên zirhî yên Rûsya û Tirkiyê û herwiha du helîkopterên Rûsyayê beşdar bûn

Gera leşkerî ya Rûsî-Tirkî ji gundê Delîkê li rojavayê Dirbêsiyê destpê kir û heta gundê Til Kermê yê sînorê Amûdê bi dawî bû.

Roja 3ê Mijdarê jî, li gundewarê Dirbêsiyê gereke serbazî ya Rûsî-Tirkî hatibû kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst