Teqîna Silêmaniyê: Hejmara qurbaniyan zêde bû û lêgerîn berdewam e

18-11-2022
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Teqîn Taxa Kazîwe ya Silêmaniyê Teqîna Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Tendirustiya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, hejmara qurbaniyên teqîna şeva Pêncşemê ya li Silêmaniyê gihîşt 9 kesan û 13 kes jî birîndar bûne. Li aliyekî din tîmên hewarçûnê bê navber li ser lêgerînên xwe bo dîtina kesên mayî di bin kavilan de û rizgarkirina wan û herwiha dîtina termên qurbaniyan berdewam in.

Êvara duh Pêncşembê 17ê Mijdara 2022an li Taxa Kazîwe-2 a bajarê Silêmaniyê teqînek çê bû. Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ragihand, tekez teqîn ji ber gaza LPG bûye.

Teqîn di demjimêr 19:38an de çê bûye û paşê hat zanîn ku maleke 3 qatî ji ber teqîna tankera gazê bi temamî herifî ye.

Ji duh êvarê ve heta niha tîmên hewarçûnê û rizgarkirinê li cihê bûyerê mijûlî lêgerînê ne û hewldanên wan bo derxistin û rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane, berdewam in.

Tê gotin hêj 6 kes di bin kavilan de mabin û tîmên hewarçûnê li wan digerin.

Peyamnêrê Rûdawê Nizar Ceza li pêşiya Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê ragihand, nêzîk demjimêr 05:40 sibeha îro înê 4 kesên din ji bin kavilên mala herifî ya Taxa Kazîwe hatine derxistin, ku du ji wan kesan canê xwe ji dest dane ku yek jê dayikeke 30 salî û yê din kurê wê yê 6 mehî ye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, termên kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, bo Pizîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hatine veguhestin û tê çaverêkirin, piştî temambûna lêgerîna tîmên hewarçûnê, term radestî malbatan bê kirin.

Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re got, mala ku teqîn lê çêbû 3 qat bû û bi temamî hilweşiya û anî ziman, “Gelek kes di bin kavilên xaniyê hilweşiyayî de mane û heta niha nehatine derxistin.”

Şahidekî din jî ji Rûdawê re got, li wê malê mêvan hebûn û qerebalix bû û got, “Me cenazeyê kesekî derxist, me çend birîndar jî rizgar kirin. Dibe ku nêzî 20 kesên din di bin xirabeyan de mabin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, teqîna li Silêmaniyê li mala Hacî Şêx Mezher Sîrê çê bûye û bi gotina kesekî nêzîkî wê malbatê, Şêx Mezher bi xwe birîndar e û hevjîn û keçekê wî tevî 4 kesên din ji malbata wî canê xwe ji dest dane.

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Azad Heme Emîn ji Rûdawê re ragihand, Di dema teqînê de 30 kes di nava xanî de bûne.

Azad Heme Emîn got, bûyer karesateke mezin û pir nexweş e û dê derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin, herwiha tîmên lêgerînê û hewarçûnê jî li pey kesên bêserûşûn digerin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst