Belovakên bo bîranîna Seyîd Riza wek tawan hatin dîtîn

18-11-2021
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Seyîd Riza Dêrsim Bakurê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Serdozgeriya Komarê li dijî wan kesên ku belavokên taybet bi bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî belav kirine bi hinceta “pesindana tawanê û tawanbar” lêkolîn da destpêkirin.   

Li parêzgeha Dêrsimê endamên `Platforma Ked û Demokrasiyê` bi armanca bîranîna  84emîn salvegera sêdaredana Seyîd Riza û hevalên wî di 15ê Mijdarê çend belavok belav kirin. Lê  Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi hinceta “pesindana tawan û tawanbar” lêkolîn derbarê endamên wê platformê de da destpêkirin.

Yek ji endamên Platforma Ked û Demokrasiyê Orhan Çelebi derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got, “Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê derbarê wan kesên ku di 12ê Mijdarê de bi armanca bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî belavok belav dikirin, lêkolîn dane destpêkirin. Rêveberiya Ewlekariyê ji ber vê yekê bo îfadeyê gazî me dikin.”

Heman dozgeriyê herwiha biryar dabû ku afîşên derbarê sêdaredana Seyîd Riza û hevalên wî ku ji aliyê Platforma Demokrasî û Kedê ve li ser çend bîlboardên bajêr hatibûn bicih kirin bên rakirin û herwiha rê nedabû çalakiya bîranînê û daxuyaniya çapemeniyê ya heman platformê a di 15ê Mijdara 2021an de. 

Endamên Platforma Ked û Demorasiyê piştî astengkirina daxuyaniya çapemeniyê bi parlamenterên Partiya Demokratîk (HDP) re daxuyanîyek dabûn çapemeniyê.

Seyîd Riza û şeş hevalên wî ku pêşengên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bûn  di şeva 14ê Mijdara 1937an de piştî dadgehkirina ne yasayî ya di serperiştiya Îhsan Sabri Çaglayan de li Meydana Genim a Xarpêtê hatin sêdaredan. Her sal di 14-15ê  Mijdarê de di serî de li Dêrsimê û çar aliyên Kurdistanê Seyîd Riza û hevalên wî tên bîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst