Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê: 10 qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil ragihand ku îro 431 koçber ji Belarusê tên vegerandin ku ji %95ê wan xelkê Herêma Kurdistanê ne û eşkere jî kir ku heta niha 10 qaçaxçî hatine desteserkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil îro derbarê rewşa koçberên li Belarusê kongreyeke rojnamevanî saz kir.

Cûtyar Adil di wê kongreya rojnamevanî de tekez kir ku her kesê xelkê Herêma Kurdistanê bixapîne û bibe welatekî din, dê bê cezakirin û got, “Bila xelk agahdarî vê fîlma koçberan û bazirganiya siyasî bin.”

Berdevkê Hikûmetê eşkere kir ku îro yekem karwanê koçberan dê bigihije Herêma Kurdistan û Iraqê ku ji 431 kesan pêk tê.

Berdevkê Hikûmeta destnîşan kir ku ew dê bi germî pêşwazî li koçberan bikin û dê her asankariyekê pêşkêş bikin ku ew xelk vegerin ser jiyana xwe ya asayî.