PAK: Divê kujerên Kemal Kurkut bê ceza neyên hiştin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku divê kujerên Kemal Kurkut ê roja 21 Adara 2017ê di qada şahiya Newroaza Amedê Ii xala pişkinînê ya polîsan bi guleyan hat kuştinê bê ceza neyên hiştin.

Kemal Kurkut 23 salî û xwendevanê zanîngehê bû li Meletiyê, roja 21 Adara 2017ê bo beşdarîkirin di şahiya Newrozê de serdana Amedê kiribû. Lê Ii xala pişkinînê ya polîs dema dixwaze derbasî nav qada ahengê dibe, polîsan gulle li wî reşandin û ew kuştin.

Dadgeha Amedê duh derbarê dosyeya kuştina Kemal Kurkut de biryara xwe da û take kesê tometbar jî azad kir.

PAKê li hemberî vê biyara Dadgeha Amedê bi daxuyaniyek nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand ku “Em vê helwesta ku hewl dide kujerên Kemal Kurkut ê bê ceza bihêle, şermezar dikin. Dewleta Tirkiyê ku di salên 1990î de bi navê ‘failî meçhul’ê 17.000 mirovî qetil kirin, dixwaze Kemal Kurkut jî tevlî wê lîsteyê bikin.”

Di daxuyaniyê de PAK dibêje: “Ji roja damezirandina Dewleta Tirkiyê heta îro, kujerên bi  sedhezaran mirovî mixabin nehatine darizandin, vê yekê kir ku ên piştî wana hatine, wêrektir tevbigerin. Lê belê, ji bo kujerên Kemal Kurkut ê ku li nîvê rojê, li ber çavê herkesî bi guleyên polîsan hate qetilkirin werin tespîtkirin, hemû Baro û hemû kesên ku alîgirên azadî, demokrasî, edalet, mafên mirovan, mafê jiyanê ne, divê seferber bin ku ev yek wazîfeya  mirovahiyê ye.”