ENKS: Em dê wek şirîk tevlî Rêveberiya Xweser bibin

18-11-2020
Muhenned Îbrahîm
Nimat Dawûd, Endamê Serkirdayetiya ENKSê
Nimat Dawûd, Endamê Serkirdayetiya ENKSê
Nîşan ENKS Nimat Dawûd PYNK Rêveberiya Xweser
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Encûmena Sûriya Demokratîk (HSD) di 4 mehan de 13 dîdar li gel niştecih, kesayetên bîrwer, êlên bakur û rojhilatê Suriyê li dar xist. Nimat Dawûd, Endamê Serkirdayetiya ENKSê jî tekez dike, “Me li hev kiriye ku tevlîbûna ENKSê di Rêveberiyê de wê bi riya guhertina sîstemê be, em ê wek şirîk tevlî bibin.”

MSDê ew civîn birêve birin ji bo naskirina pirsgirêkên Rêveberiya Xweser û şêweyê guhertinên cewherî di sîstem û heykeliyeta wê de.

Di wan dîdaran de xelkê digotin di  2 salên dawî de gazin û rexne li ser saziyên Rêveberiyê zêde bûn, lewma tê pêşbînîkirin di Konferansa MSD ya 25ê vê mehê de biryarên erênî hebin.

Hikmet Hebîb, Endamê serkirdayetiya MSD dibêje, “Ta bi vê kêliyê tu biryar ji bo guhertinên raste rast di Rêveberiyê de tune ye, gelek xelk dixwazin tevlî nav Rêveberiya Xweser bibin û wê pêş bixin, herwiha daxwaz heye ku karê siyasî jî bi riya MSDê pêş bikeve. Me rê li ber gelek xelk, kesayetên ku durî rêveberiyê bûn vekir" .

Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku di nav opozisyonê de ye û ta niha tevlî Rêveberiya Xweser nebûye, amaje bi girîngiya lihevkirineke Kurdî dike ku ew dibînin çareya herî baş e ji bo zêde rewabûna Rêveberiya Xweser.

ENKSê gelek kêşe di tecrubeya rêveberiyê ya 7 salan de dibîne, ew dibêjin eger lihevkirinên Kurdî serbikeve wê wek şirîkê rêveberiyê bin ne alî.

Nimat Dawûd, Endamê Serkirdayetiya ENKSê diyar dike, “Em wek ENKSê di diyaloga me ya bi PYNKê re, me tekezî kir ku em ne têkildarî herêmên Erebî ne wek Tebqa, Reqa. Tenê herêmên Kurdî ji me re girîng e. Me li hev kiriye ku tevlîbûna ENKSê di Rêveberiyê de wê bi riya guhertina sîstemê be, em ê wek şirîk tevlî bibin.”

Li Rojavayê Kurdistanê bakur û rojhilatê Suriyê 4 Rêveberî li herêmên Erebî hene û 3 jî li herêmên Kurdî, beşek ji xelkê dibêjin ku leşkeriya neçar, sîstema xwendinê, xizmetguzarî pirsgirêkên sereke ne û tê gotin ku rayedarên Amêrikî li ser van mijaran jî xwedî pêşniyar û rol in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst