Nêçîrvan Barzanî û Nûnera NYê rêkeftina Şingalê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî civiya û herdu alî hevrê bûn ku ji bo aramiya Iraqê, divê kêşeyên Hewlêr–Bexda bêne çareser kirin. Di civînê de rêkeftina Hewlêr-Bexda ya derbarê Şingalê jî de jî hat gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 18.11.2020, pêşwazî li Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de rewşa Iraqê bi giştî, rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, rêkeftina dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya di derbarê Şingalê, hilbijartina pêşwext ya nû paşerojê ya Iraqê û pêşhatên dawî yên belavbûna Covid-19 giftûgo kirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di derbarê rêkeftina her du Hikûmetên Herêmê û Federalî yê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ve hatiye piştgirîkirin, “her du alî hevrêbûn ku rêkeftineke girîng e û hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar divê ji bo ku bikevê warê bicihkirinê, her wiha tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiyê kirin.”

Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê ve rola girîngê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê dinêre û pesna karê wan yê miroviyên li Şingalê kir.

Li ser rewşa kampên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê piştgîriyê li vegerandina xwe bi xwe xwestina koçberên Iraqê ji bo bajar û navçeyên wan dike û zelal kir ku birêvebirina wargehan û dabînkirina xizmetguzariyên wan wekî perwerde û tendirustî û av û kareba û xizmetguzariyên giştiyên din, têçûneke zêde li ser Herêma Kurdistanê dikevin û  “her du alî jî hevrê bûn ku divê bingeheke rast li rûyê dabînkirina aramî û asayîş û xizmetguzariyên wan yên ji bo vegerandina xwestina wan bê kirin.”

Herwiha di civînê de, rewşa siyasî û emniya Iraqê, peywendiyên Hewlêr–Bexda, rûbirûbûna terorê û çend pirseke ji bo her du aliyan girîng bûn, gotûbêj li ser hatin kirin.