Partiyên Bakurê Kurdistanê daxwaza yekrêziyê li aliyan kirin

18-11-2020
RÛDAW
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş daxuyanî xwend
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş daxuyanî xwend
Nîşan Bakurê Kurdistanê HDP KCD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke partiyên Bakurê Kurdistanê li Amedê daxuyaniyek dan û gotin, "aloziyên di navbera aliayan de pêşeroja gelê Kurd dixin bin metirsiyê."

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û hejmareke partiyên din ên Bakurê Kurdistanê xwestin ku meşekê lidar bixin û daxûyaniyekê di derbarê aloziyên li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî di derbarê aloziya li Çemankê û egera şerê navxweyî de bidin.

Lê polîsan rê li ber wê meşê girt û nehiştin ku meş biçe serî. Xelkê ku kom bibû, polîs razî kirin ku li cîhekî kongreyeke rojnamevaniyê encam bidin û ragihandin ku niha pêwîstiya Kurdan bi şer nîn e û divê tevahiya aliyên siyasî girîngiyê bidin yekrêziyê.

Her wiha diyar jî kirin ku divê her hêzek ji aliyê xwe ve ji bo yekrêziyê kar bike û nehêle ku ziyan bigihe nav mala Kurdan, ji ber ku di dawiya dawiyê de dijminên Kurdan sûdê ji van aloziyan dibînin û Kurd jî dibin ziyanmendê sereke.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş daxuyaniya wan partiyên Kurdî xwend û amaje bi wê kir ku ev alozî û pêşhatên dawîn yên di navbera aliyan de pêşeroja gelê Kurd dixe jêr metirsiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst