Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî ku bi nexweşiya Coronayê ketibû û bo dermankirinê bo derveyî welat hatibû veguhastin, îro Çarşemê 18ê Mijdarê koça dawî kir.

Çavkaniyekî ji malbata Dr. Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, piştî demeke zêde ji nexweşketina wî, îro Çarşemê 18ê Mijdara 2020an danê sibehê, Parêzgarê Hewlêrê li derveyî welat koça dawî kir.

Roja 19ê Cotmeha 2020, Rêveberê Ofîsa Parêzgarê Hewlêrê ragihandibû, “piştî encamdana pişkinînê derket holê ku Firset Sofî bi vîrusa COVID-19 ketiye”. Paşê ji ber xirabiya rewşa wî ya tendirustiyê, ew bo derveyî welat hat şandin.

Firset Sofî sala 1978an li qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ji dayik bûbû û di meha Îlona îsal de weke parêzgarê Hewlêrê hatibû destnîşankirin.

Biryar e termê Firset Sofî sibe Pêncşemê 19ê Mijdarê bo Başûrê Kurdistanê bê vegerandin.

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Dr. Firset Sofî peyamek belav kir.

Barzanî dibêje: “Dr. Firset Sofî mînakek ji jêhatîbûnê, dilsozî û destpakiyê û kadroyekî niştimanperwer û çalak bû di demeke kêm de karî xwe îsbat bike û di nava dilê gel de cihê xwe veke.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyameke sersaxiyê de bo malbata Firset Sofî, ji dil ve xemgêniya xwe tîne ziman û dibêje, “Dr. Firset Sofî her ji destpêka temenê xwe ve roleke giring di nav refên Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de gêra, paşê jî weke kadroyekî pêşketî di warê karê gelêrî de xwedan rol bû, herwiha wek parlamenterekî çalak û yasazanekî jêhatî roleke wî ya berçav di parlamentoya Kurdistanê de hebû. Şarezayî, destpakî, niştimanperwerî û dilsoziya Dr. Firset ew kiribû kesekî xweştivî û cemawerî.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “piştî wergirtina posta parêzgarê Hewlêrê, pir bi dilsozî ve ji pirsgirêkên xelkê dipirsî. Gelek projeyên wî yên mezin hebûn ji bo pêşxistina zêdetir a bajarê Hewlêrê û hemû navçeyên parêzgeha Hewlêrê, mixabin mirinê rê neda ku bêtir xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî jî peyameke sersaxiyê belav kir û têde ragihand, “Dr. Firset kesekî niştimanperwer, dilsoz û jêhatî bû û hemû jiyan û temenê xwe di xizmetkirina niştiman û xelkê de derbas kir.”

Mesrûr Barzanî herwiha dibêje, “ji nêzîk ve agahdarî dilsozî, xemxorî û jêhatîbûna wî bûn di xizmetkirina xelkê Hewlêrê û Herêma Kurdistanê de, lewma koçkirina wî gelek ez xemgîn kirim û zirareke mezin e jî ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê jî peyameke sersaxiyê arasteyî kesûkarên Dr. Firset Sofî, parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê kir.

Di peyamê de tê gotin: “Em gelek xemgînin bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Dr. Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê. Em sersaxî û hevxemiya xwe ji bo malbata wî û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê radigihînin.”

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê, Qubad Talebanî jî di peyamekê de diyar kir, Kek Firset ji serkirdatiya PDKê bû, parêzgarê Hewlêrê bû, lê ne tenê yê Hewlêr û Partiya Demorkata Kurdistanê, lê yê me tevan bû û ji dest me tevan çû.

Bi gotina Qubad Talebanî, “Firset Sofî hertim di xema yekrêziya siyasî ya Kurdistanê de bû. Rola wî hemû di hemû rêkeftin û pêngavên wan çend salên dawiyê de, yên ji bo aramî û tebayiya navbera YNKê û PDKê.”

Parêzgarên Duhok û Silêmaniyê, Elî Teter û Heval Ebûbekir jî peyamên sersaxiyê dan.

Parêzgarê Duhokê, Elî Teter ragihand, “me kesekî bihêz, pak û rastgo ji dest da.” Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî dibêje, “li ser navê parêzgeha Silêmaniyê, em sersaxî û xemgîniya xwe ji bo koça dawî ya ciwanmergî ya bira, hevrê û hevkarê xwe yê ezîz û birêz, kek Dr. Firset Sofî, parêzgarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanî radigihînin.”

Firset Sofî

Di yasaya giştî de bawernameya doktorayê hebû.

Mamostayê zanîngeha Polîteknîka Hewlêrê bû.

Endamê xûla çarem a parlamentoya Kurdistanê bû.

Endamê Desteya Rawêjkariya Yasayî li Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.

Endamê Komîteya Nivîsîna Destûra Herêma Kurdistanê bû.

Endamê Komîteya Bilind a Çaksaziyê bû.

Serokê Komîteya Demkî ya rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê bû.