Li Efrînê çekdaran keçeke Kurda Êzidî kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke çekdar a opzoisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve, keçeke Kurd a Êzidî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kuşt.

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re aşkere kir, ku grûpeke çekdar keçeke Kurd kuştiye.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê di tomareke dengî de ku ji Rûdawê re şandiye, diyar dike ku navê wê keçê Nercis Dawûd û 23 salî bûye,  xelka gundê Kîmarê bûye û nîşteciha bajarê Efrînê bûye. 

Li gor vê çavkaniyê, Nercis Dawûd a 23 salî ji pêkhateya Kurdên Êzidî bûye

Heman çavkaniyê diyar kir, ku nehatiye zanîn çekdarên kîjan grûpa çekdar ew keça Kurd kuştine û ew yek bi nezelalî maye.

Li gor zanyariyan, Nercis Dawûd li saziya Berevaniya Sivîl a Efrînê karmend bûye û wê mûçeyên karmendan wergirtibûn da ku li ser wan dabeş bike, lê grûpeke çekdar rê li wê girtine û ew kuştine û pereyên pê re jî dizîne.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Ji dema ku Tirkiyê û komên çekdar Efrîn xistine bin kontrola xwe, ji aliyê çekdaran ve gelek binpêkarî di derheqê xelkê Resen ê Efrînê de ku Kurd in, tên kirin û sazî û komeleyên çavdêriya mafên mirovan heta niha gelek raport di wê derbarê de belav kirine.