VÎDEO - Li Efrînê şerekî giran e; Hêzên Tirkiyê êrîşî Ehrar El-Şerqiye kirin

18-11-2018
RÛDAW
Îro li navenda bajarê Efrînê şerekî giran derketiye ku hêj berdewam e.
Îro li navenda bajarê Efrînê şerekî giran derketiye ku hêj berdewam e.
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Grûpa Ehrar El-Şerqiye Hêzên Tirkiyê Artêşa Azad Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên artêşa Tirkiyê ligel Artêşa Azad a opozîsyona Sûriyê bi hev re li navenda bajarê Efrînê êrîşî çekdarên grûpa bi navê Ehrar El-Şerqiye kirin. Şerekî gelek dijwar di navbera wan aliyan de derket ku heta niha jî berdewam e.

 

Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku îro Yekşembî ji saet 6ê sibehê ve şer û pevçûnên dijrwar di navbera hêzên Tirkiyê û çend grûpên Artêşa Azad a opozisyona Sûriyê li milekê û çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye de wan berdewam in.

 

Li gor agahiyên ji bajarê Efrînê, Tirkiyê daxwaz li çekdarên Ehrar El-Şerqiye kiriye ku ji navenda bajarê Efrînê derkevin.

 

Çavkaniyê ji Efrînê ji Rûdawê re got, çekdarên Ehrar El-Şerqiye ew daxwaza hêzên Tirkiyê yên li Efrînê red kirine û dema ku wan çekdaran nexwestin ku derkevin, hêzên Tirkiyê û çekdrên grûpa Sultan Murad û çend grûpên din ên ser bi Artêşa Azad ve bi fermana artêşa Tirkiyê êrîşî baregeh û navendên grûpa Ehrar El-Şerqiyeyê kirin.

 

Herwiha di vê navberê de balafirên Tirkiyê di ser esmanê Efrînê re firiyan.

 

Li gorî agahiyan, şer û pevçûn di navbera çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye û hêzên girêdayî Tirkiyê de, li taxên Vêlat, Meydana (Diwar) Newroz, Taxa Eşrefiye û herwiha li ser rêya ber bi taxa Tirindê derket.


Çavkaniyê taybet ji Efrînê ve ji Rûdawê re diyar kir, ku îro ji ber wan şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û çekdarên Ehrar El-Şerqiye de, li Efrînê dibistan û saziyên kar û bazar bi tevahî girtî bûn.

 

Li gorî zanyariyan, hêzên Tirkiyê li navenda bajarê Efrînê qedexeya hatinûçûnê ragihandine û kes nikare li malên xwe derkeve. Herwiha rêyên gund û bajarokan ber bi navenda bajarê Efrînê ve jî hatine girtin û rê bi ti kesî nayê dan, ku derbasî nav Efrînê bibe.

 

Şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û grûpa Ehrar El-Şerqiye de hêj berdewam e. Li gorî hin çavkaniyan, çend çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye di encama şer de hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.

 

Çekdarên El-Şerqiye piraniya wan ji parêzgeha Dêrezor û deverên li rojhilatê Sûriyê ne.


Welatiyê Kurd ê ji Efrînê yê bi navê Mistefa Efrînî bi rêya telefonê beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TV bû û derbarê şerê îro yê li navenda bajarê Efrînê de zanyarî dan.


Mistefa Efrînî got, şer ji saet 06:00ê îro Yekşembiyê ve dest pê kiriye û heta niha jî berdewam e.


Mistefa Efrînî herwiha da xuyakirin, ku qedexeya derketina derve li navenda bajarê Efrînê hatiye ragihandin û hêj ew qedexeya hatinûçûnê berdewam e.



 

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji roja 18ê Adara îsal ve di bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst