Nêçîrvan Barzanî bo Rex Tillerson: Divê firokexane werin vekirin

18-11-2017
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Rex Tillerson Kurdistan Iraq Firokexane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê gotûbêj kirin. Rex Tillerson tekezî li ser wê yekê kir, ku Waşington li gel Hikûmeta Iraqê di peywendiyê de ye, ku li gel Herêma Kurdistanê zemîna gotûbêjên cidî pêk bîne.

 

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku îro 18ê Mijdara 2017an Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê ketiye peywendiyê û ji ber erdheja hefteya derbasbûyî ya li Herêma Kurdistanê û qurbaniyên wê erdhejê taziyeyên xwe û welatê xwe pêşkêş kiriye û amadebûna welatê xwe ji bo alîkarî û hemahengiya di vê mijarê de nîşan daye.

 

Herwiha Tillerson ji ber arambûna aloziya hêlên navbera Pêşmerge û Hêzên Iraqê kêfxweşiya xwe aniye ziman û sebirkirina herdû aliyan ji bo parastina aramiyê bilind nirxandiye. Weke din destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji ber rêzgirtina li şiroveya Dadgeha Federalî ya Iraqê ya di derbarê destûrê de û tekezî li parastina aramiyê kiriye ji bo pêkanîna zemîna diyalogeke cidî ya navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê.

 

Birêz Nêçîrvan Barzanî jî cardin aniye ziman, ku Herêma Kurdistanê weke her dem ragihandiye, amade ye ji bo diyalogeke cidî li gel Hikûmeta Federal a Iraqê ku hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin, herwiha hêviya xwe nîşan daye ku Amerîka û hevpeymanan rola xwe di destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê de bilîzin û di vê mijarê de alîkar û piştevan bin.

 

Herwiha Birêz Nêçîrvan Barzanî ji ber peywendiya telefonî û daxwaza sersaxiyê, spasiya Rex Tillerson kiriye û amaje bi wê yekê kiriye, ku pêşwazî li hemû alîkariyan dikin. Weke din tekezî li wê yekê kiriye, ku divê dorpêça li ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê were rakirin, ku bi taybetî ji aliyê mirovî ve gelek pêwîstî bi vê yekê heye, çimku beşek alîkariyên ji bo zêdetirî milyonek û 500 hezar aware û penaberên li Herêma Kurdistanê, bi rêya firokexaneyan tê dabînkirin. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst