Şirnexî naxwazin neheqî li wan bê kirin

Şirnex (Rûdaw) - Wezareta Bajarvaniyê li Şirnexê di bin banê walîtiyê de komîsyoneke ku zirar û ziyanên xelkê tespît bike ava kir.


Rojane bi hezaran Şirnexî berê xwe didin vê navendê û bi daxwaznameyan serlêdan dikin. Şirnexî dixwazin demildest bajarê wan li gorî dilê wan bê avakirin û niheqî li tu kesî neyê kirin. 


Li bajarê Şirnexê piştî rakirina qedexeya derketina derve, ji aliyê walîtiyê ve navendeke şêwirmendiyê û tespîtkirina zirarên xelkê hate vekirin.


Walîtiya Şirnexê li avahiya Midûriyeta Sporê ya Ciwanan bi tîmeke 40 kesî re vê xebatê dimeşîne. Şirnexiyên ku dixwazin zirarên wan bên qerebûkirin berê xwe didin vê navendê û bi daxwaznameyan serlêdan dikin.


Welatiya bi anvê Zeliha Abay ji Rûdawê re got: “Min got ez ê daxwaznameya xwe bidim, heqê kiriya xwe û tiştên xwe bidim.”


Heznî Aydin jî wiha got: “Du daîre xaniyê min xira kirine. Em 7 însan li der û dinyayê ketine. Bi xwedê me tu tiştekî ji xaniyê xwe dernexistiye û weke vê derê ye. Me got belkî xaniyan ji me re çêbikin, heqê kiriyê bidin me.”


Welatî  Evdirehman Qebûl jî dibêje, zirara wan bûye, ew zirarê xwe dipirsin.


Hacer Uçar jî anî ziman: “Em perîşan in. Em li der û kolanên xelkê ne.”


Digel helweşîna xaniyan, alav û amûrên di nava xaniyan de jî şewitîn, şikestin û zirarake mezin dîtin. Xelk dixwaze dewlet ne tenê zirara xanî her wiha divê zirara eşyayên wan jî bide. Lê Şirnexî vê yekê jî aşkera dibêjin; heta ku aştî û aramî pêk neyê, dê ew ê nikaribin bi rihetî bijîn.


Welatî Hemdiye Katar got: “Em xaniyê xwe dixwazin, erdê xwe dixwazin. Em dixwazin dîsa li cihê xwe bizivirin.”


Ozman Beyar jî wiha axivî: “Xaniyê me bila çêbe û weke me çêbe. Bila nekin sê çar qat û xelkê nexinê. Wisa bikin em qebûl nakin.


Receb Canar jî ragihand: “Em dîsa daxwaza xaniyên xwe û çêkirinê dikin. Em bang li hemû dewletan dikin ku bên û bibînin çi hatiye serê me. Niheqiyeke mezin li welatê me kirin. Xwedê vê qebûl neke.”


Behiye Ekîncî jî got: “Bi xwedê em hema vê aştiyê, vê lêkdanê û vê pêkdanê dixwazin. Ma em ê êdî çi bixwazin”


Di nava komîsyonê de digel xebatkarên walîtiya Şirnexê, peywirdarên Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê jî kar dikin. Heta niha jî reqemên zirar û ziyanê nehatine aşkerakirin.


Digel daxwaza me jî rayedar nexwestin derbarê vê mijarê agahiyan bidin.