Hevserokê Şaredariya Wanê hat girtin

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya ku tîmên taybet a Midûriyeta Ewlehî ya Wanê ve desteserkiribûn, dadgehê biryara girtina wî da.


Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hatiye destpêkirin, duh danê sibê polîsan avêtin ser avahiya şaredariya Wanê û lêgerîn pêk anîn û di heman demê de Hevserokê Şaredariya Wanê ya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bekir Kaya, li taxa Îpekyolû ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.


Piştî lêpirsîna li Midûriyeta Ewlehî ya Wanê, Bekir Kaya bo dadgehê hat veguhestin.


Dadgehê îro sibê biryara girtina Bekir Kaya bi hêceta “endamitiya rêxistina teror” da.

Bekir Kaya beriya niha jî ji doza KCKê hatibû dadgehkirin û 15 sal cezaya girtinê wergirtibû.