DDKD: Hewldana Enqereyê keyfî ye

 

Amed (Rûdaw)- Serokê Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşger (DDKD) Îmam Taşçier, ji ber ku Wezareta Naxwe ya Tirkiyeyê belgeya “ewraq hatin standin” ne dayê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), wezaret tawanbar kir.

 

Serokê DDKDê Îmam Taşçier ji Rûdawê re ragihand ji ber ku di nav navê PAKê de peyva “Kurdistanê” heye, du roj in Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê belgeya “ewraq hatin standin” nedayê wan.

 

Taşçier da zanîn ji beriya çend rojan partiyek bi navê “Partiya Anadoluyê” (Anadolu Partisi) hat damezirandin û di heman rojê de jî belgeya “ewraq hatin standin” wergirt û wiha got:

 

“Enqere neheqiyê dike. Komara Tirkiyeyê ji roja hatî avakirin heta niha bi aqilê “yek dewlet, yek netew û yek al” tevdigere. Helwesta wezareta navxwe berevajiyê pêvajoya çareseriyê ye û dijî demokrasiyê ye jî.”

 

Taşçier anî ziman ku hewldana wezaretê “keyfi ye” û ji rayedarên hikûmetê çareserkirina vê yekê xwest.

 

PAKê duhî belgeyên xwe radestî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kir. Li gorî yasayên Tirkiyeyê divê dema wezaretê ewraq wergirt divê belgeya “ewraq hatin standinê” bide. Lê ev 2 roj in ku wezaret bi hêceta “lêkolînkirinê” ew belge nedane rayedarên PAKê.