Dengdana taybet berdewam dike: ‘Heta niha li Dihok û Hewlêrê ti pirsgirêk derneketine’

3 demjimêr berê
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Dengdana Taybet Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê berdewam dike.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw da zanîn ku pêvajoya dengdanê bi awayekî baş berdewam dike.

Di dengdana taybet a ku tenê hêzên ewlehiyê dengê xwe didin de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesî heye.

Rêjeya dengdêrên dengdana taybet ji sedî 7,4ê dengdêrên Herêma Kurdistanê ye.

Komîsyona Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqê 12 baregeh li Îraqê ji bo endamên hêzên ewlehiyê yên ku erkên wan li derveyî Herêma Kurdistanê ne, vekirine.

Ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.

“Li Hewlêrê ti pirsgirêk dernetine”

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di konferansa rojnamegeriyê de diyar kir ku pêvajo bi awayekî gelekî baş berdewam dike û heta niha ti pirsgirêk derneketine.

Umêd Xoşnaw amaje bi wê yekê kir ku di dengdana taybet de li Hewlêrê mafê dengdanê yê 89 hezar û 791 dengdêran heye.

Umêd Xoşnaw hêvî xwest ku hemû kesên ku mafê wan ê dengdanê heye biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin.

“Li Dihokê ti pirsgirêkên teknîkî derneketine”

Li aliyê din Serokê Şaxa Hewlêrê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Merwan Mihemed wiha got:

"Hin pirsgirêkên me yên teknîkî yên biçûk hebûn lê bandora wan li ser dengdanê nebû û bilez hatin çareserkirin."

Birêvebirê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Xalid Ebas ji Rûdawê re got:

“Li parêzgeha Dihokê heta saet 12:00an rêjeya beşdariya dengdanê ji sedî 77 e.

Heta niha li parêzgeha Dihokê ti binpêkirineke yasayî pêk nehatiye û ti pirsgirêkên teknîkî li ser amaran çênebûne, pêvajo pir baş berdewam dike.“

Li Helebceyê alozî derket

Li parêzgeha Helebceyê ji ber birina telefonan a nava navendên dengdanê alozî di navbera hin çavdêrên partiyan de derket.

Çavdêrê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Celal ji Rûdawê re got:

"Gelek dengdêran xwest bi telefonên xwe biçin odeya dengdanê lê me nehişt û me ev yek red kir û loma em hatin derxistin."

Li aliyê din, Berpirsê Bereya Gel ê li Helebceyê Cebar Namdar ji Rûdawê re got:

“Tiştê ku ez dibînim ne navendeke dengdanê ye, navenda nehemîn a Şarezûrê ya YNKyê ye.

Ji ber ku berpirsên partiyan û berpirsên leşkerî li şûna komîsyonê pêvajoyê dengdanê îdare dikin çavdêr nikarin tiştekî bikin. 

Me ji nûnerên xwe re gotiye ku bila giliyê bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst