Komeleya Lêkolînên Kurdî: Destên xwe ji xebatkarên Kurdî bikişînin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Subaşi Zimanê Kurdî Perwerdeya Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar kir, nabe ku Kurdî û xebatkarên Kurdî bibin mijara cezakirinê.

Komeleya Lêkolînên Kurdî li ser cezakirina mamoste û hevserokê xwe yê berê Eyyup Subaşi daxuniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku salek beriya niha mamoste û hevserokê berê yê komeleyê Eyyup Subași bi awayekî nehiqûqî hatibû desteserkirin û doz lê hatibû vekirin.

Hat diyarkirin ku îro li dadgehê di rûniştina duyem de bi awayakî nehiqûqi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Eyyub Subaşi hatiye birîn.

"Bê deng nemînin"

Komeleya Lêkolînên Kurdî di daxuyaniyê de wiha got:

“Nabe ku xebatên zimanê Kurdî, aktîvîzma zimanê Kurdî û mafparêzî bibin mijara cezakirinê.

Em bangî raya gişti dikin ku li hemberî van êriș û cezayên neheq bê deng nemînin.

Tekane armanca van pêkûtiyan ew e ku xebatên zimanê Kurdî werin krîmînalîzekirin, werin rawestandin.

Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin, dest ji zimanê Kurdî û xebatkarên zimanê Kurdî bikişînin û vî cezayê nerewa bi paş ve vekişînin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst