Hemû girtiyên doza Malbata Şenyaşaran hatin berdan

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Doza Malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar Ferît Şenyaşar Îbrahîm Halîl Yildiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di rûniştina ya doza Malbata Şenyaşaran de derbarê hemû girtiyan de biryara berdanê hat dayîn.

14ê Hezîrana 2018an xizm û parêzvanê parlementerê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Sirûcê ya Rihayê êrişî Malbata Şenyaran kiribûn.

Pêvajoya darizandina wê dozê hîn jî berdewam dike.

Piştî êrişa li dikana Şenyaşaran û li nexweşxaneyê du lêpirsîn hatibûn vekirin.

Dozgeran piştre her du dosya kiribûn yek. Di dozê de 4 kes jê girtî 30 kes hatin darizandin.

Îro 8emîn rûniştina li Dadgeha Cezayên Giran ya 3emîn a Rihayê pêk hat.

“Li gorî min ev biryar bi bandora pêvajoya nû pêk hatiye”

Apê Fadil Şenyaşar, Celal Şenyaşar ji Rûdawê re got:

“Biraziyê min û girtiyên aliyê din hemû hatine berdan.

Li gorî min ev biryar bi bandora pêvajoya nû hatiye wergirtin.”

Di her du êrişan de bav û du birayên Fadil Şenyaşar û Ferîd Şenyaşar hatibûn kuştin.

Fadil Şenyaşar ji Girtîgeha Tîpa Tya 2yem a Amedê bi rêya sîstema (SEGBÎSÊ) tevlî rûniştinê bû.

Girtiyên bersûc ên din Enver Yildiz, Mikaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî li girtîgehên xwe bi rêya SEGBÎSÊ tevlî rûniştinê bûn.

Emîne Şenyaşara ku di vê bûyerê de du kur û hevjînê wê hatibû kuştin ji ber sedemên tenduristiyê tevlî rûniştinê nebû.

Parêzerê Malbata Şenyaşaran li salona rûniştinê amade bû.

Piştî tespîtkirina nasnameyan dozger dest bi rûniştinê kir û raya xwe eşkere kir.

Dozger daxwaza berdan û berfirehkirina lêpirsîn û darizandina hemû girtiyên dozê kir.

Parêzerên Malbata Şenyaşaran li ser biryara dozger diyar kir ku ev biryar di cih de ye û xwest Fadil Şenyaşar were berdan.

Parêzerên tohmetbarên din jî xwest ku muvekîlên wan werin berdan.

Piştî navberê, dadgehê biryara berdana hemû girtiyan da.

Dadgehê ji bo girtiyên ku hatin berdan, biryara zindankirina li malê da û rûniştina din a dozê taloqî 21ê Sibata 2025an kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst