Asayîşa Silêmaniyê: DAIŞê karmendekî me şehîd kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Asayîşa Silêmaniyê Şerê DAIŞê Kerkûk Şiwan Çemçemal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Şiwanê ya Kerkûkê di operasyona li dijî çekdarên DAIŞê de karmendekî Asayîşa Silêmaniyê şehîd ket.

Doh êvarî Ofîsa Rojnamegeriyê ya Odeya Operasyonên Hevbeş a Ewlehiya Îraqê diyar kir ku tevî hêzên taybet ên Silêmaniyê û balafirên şer ên F-16 li nahiyeya Şiwanê ya Kerkûkê operasyonek hatiye lidarxistin.

Îro berpirsekî pilebilind ê Asayîşa Silêmaniyê ji Rûdawê re axivî û li ser operasyonê wiha got:

"Piştî bombeberanê hêzeke taybet a operasyonên Asayîşa Silêmaniyê bi hevahengiya hêzên Îraqê çûn cihê bombebaranê.

Li herêma hatibû bombebarankirin şer derket bû û endemakî me şehîd bû.”

Li gorî gotina wî berpirsê Asayîşa Silêmaniyê ew çekdarên hatine bombebarankirin çekdarên DAIŞê bûne.

Navê wî karmendê Asayîşa Silêmaniyê yê şehîd bûye Mihemed Jaleya Memilheyê ye û xelkê navçeya Çemçemala Silêmaniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst