Serokê Komîsyonê: Pêvajoya dengdanê bi başî berdewam dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hakim Omer Ehmed diyar kir ku pêvajoya dengdanê bi başî berdewam dike.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Omer Ehmed diyar kir ku îdiayên birina telefonan ji bo navendên dengdanê ne rast in û birina telefonan ji bo navendên dengdanê qedexe ye.

“Rêjeya sextekariyê sifir e”

Omer Ehmed li Hewlêrê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û got:

"Pêvajoya dengdanê di dema xwe de dest pê kir.

165 navendên dengdanê hene, 12 navendên dengdanê li parêzgehên Îraqê ne.

Pêvajo bi başî berdewam dike û rêjeya sextekariyê sifir e.

Em ji dengdêran dixwazin bila sebira wan hebe û bi sebir biçin ser sindoqan da ku qerebalixî li navendên dengdanê çênebe.”

Omer Ehmed da zanîn ku birina telefonan ji bo navendên dengdanê qedexe ye û wiha got:

“Me eşkere kiriye û diyar kiriye ku bi ti awayî nabe dengdêr telefonan bibin navenda dengdanê û birina telefonan qedexe ye.

Îdiayên birina telefonan ji bo odeyên dengdanê ne rast in.

Ew aloziya li Helebceyê çêbû jî li ser telefonê bû.

Em agahdar in ku kesekî xwestiye bi telefonê derbasî odeya dengdanê bibe lê destûr nehatiye dayîn û ew ji odeya dengdanê hatiye derxistin."

Serokê Rêxistina Çavdêriya Hilbijartinan a Çawê Serbest Amêdî ji Rûdawê diyar kir, komîsyonê tekez kiribû ku nabe ti kes telefonê bibe odeya dengdanê.

Li gorî gotina Serbest Amêdî li çend cihên dengdanê rewşên wiha rû dane ku hinek dengdêran telefonên xwe bi xwe re birine odeya dengdanê.

Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Îraqê dest pê kir.

Her wiha li bajar û parêzgehên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Di dengdana taybet a ku tenê hêzên ewlehiyê dengê xwe didin de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan heye.

Ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.