Li Amedê jîpek li barhilgirekê qelibî: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jîpek li barhilgirekê qelibî û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgeha Amed û navçeya wê Bismilê doh jîpek li kamyonekê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku şofêr û 4 kesên di nav jîpê de birîndar bûne.

Tîman birîndar birin nexweşxaneyên parêzgehê.

Rewşa 2 kesên birîndar ne baş e.