Deverên bilind ên Qers û Erdexanê bi berfê xemilîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qers Erdexan Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare û cihên bilind ên her du parêzgehan bi rengê spî xemilîne.

Li navçeyên Selîm û Qamûşanê yên Qersê doh danê sibehê baranê dest pê kir û piştre li cihên bilind ên wekî Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê û Çiyayên Alahûekberê berf bariya.

Gundên nêzîkî wê herêmê jî bi rengê spî xemilîn û li gorî texmîna Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê barîna berfê berdewam be.

Her wiha li ser rêya parêzgehên Qers û Îdirê jî berfê bandoreke neyînî li çûnûhatinê kir û şofêrên otomobîlan rûbirûyê zehmetiyan bûn.

Li Neqeba Xanlarê ku bilindahiya wê ji asta deryayê 2 hezar û 286 metre ye berf zêdetir bariyaye û tîmên girêdayî Birêvebiriya Rêyên Bejayî yên herêmê dest bi paqijkirina berfê kirine.

Li parêzgeha Erdexanê jî berfê xwe li zozanên Bilbilan girt û bi taybetî serê çiyayên bilind spî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst