Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê: Dengdana taybet qediya

Duh li 05:59
RÛDAW
Nîşan Dengdana Taybet Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Xalid Ebas Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê saet 18:00an bi dawî bû.

Di dengdana taybet a ku tenê hêzên ewlehiyê dengê xwe didin serê sibehê saet 07:00an dest pê kir û saet 18:00an bi dawî bû.

Di dengdana taybet de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesî heye.

Rêjeya dengdêrên dengdana taybet ji sedî 7,4ê dengdêrên Herêma Kurdistanê ye.

Komîsyona Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqê 12 baregeh li Îraqê ji bo endamên hêzên ewlehiyê yên ku erkên wan li derveyî Herêma Kurdistanê ne, vekirine.

Ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê 3 balyozxaneyan 276 çavdêr erkdar kirine, Neteweyên Yekbûyî 25 çavdêr, Yekîtiya Ewropayê 3 çavdêr, rêxistinên civaka sivîl 47 çavdêr û rêxistinên çavdêriya hilbijartinan jî 1604 çavdêr erkdar kiribûn.

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatibûn veqetandin.

Li Hewlêrê 62, li Silêmaniyê 57, li Dihokê 33 û li Helebceyê jî navendeke dengdana taybet hebûn.

Li gorî 4 bazineyên hilbijartinan, herî zêde dengderên taybet li Hewlêrê ne ku 89 hezar û 791 dengder bûn.

Li bazineya Silêmaniyê ji milyonek û 87 hezar û 73 dengderan, 78 hezar û 661 dengdêrên taybet hebûn ku ji sedî 7,2yê hemû dengderên Silêmaniyê ye.

Li bazineya Dihokê ji 729 hezar û 347 dengderan, 46 hezar û 556 dengderên taybet in ku ji sedî 6,3yê hemû dengderên Dihokê ye.

Li bazineya Helebceyê ji 60 hezar û 252 dengderan, 952 dengderên taybet in ku ji sedî 1,5ê tevahiya hemû dengderên Helebceyê ye.

Serokê Ofîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqî Xalid Ebas ji Rûdawê re diyar kir ku beşdariya dengdanê ji sedî 97, 5 e.

Nûçegihana Rûdawê Sazgar Salihê saet 16:00an diyar kir ku li Helebceyê mafê dengdanê yê 952 kesan heye û heta niha tenê 50 kesî dengê xwe nedaye dendarên din dengê xwe dane.

"Rêje zêdetirî ji sedî 90î ye"

Serokê Komîsyona Hilbijartinan Hakim Umer ji Rûdawê re ragihand:

“Rêjeya beşdarbûnê ya hilbijartinên taybet ên Parlamentoya Kurdistanê zêdetirî ji sedî 90î ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst